
Li Denîzlîyê di mezinahîya 3,9an de erdhejek pêk hat
Li navçeya Çivrila Denîzliyê di mezinahîya 3,9an de erdhejek pêk hat.
Li gor agahiya ku ji Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Rewşa Lezgîn (AFAD) hat hildan, li navçeya Çivrila Denîzliyê di saet 04.37an da bi lerza 3,9an erdhejek pêk hat.
Di kûrahiya erdhejê de 7,06 kîlometreyî hat pîvandin.
Ji erdhejê ku bû sedema panîkek kurt, ti tesîrên neyînî nehatin ragihandin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.