Li Dîyarbekirê dikanderekî zarokekî bi manewraya Heimlichê xelas kir
Li Dîyarbekirê zarokekî ku şekir ket nav qirika wî, bi manewreya Heimlichê a ji teref dikandarekî ve hat xelaskirin.
Bûyer, li ser Ceddeya Gursel a navçeya Rezan pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin zarokekî 5 salî yê ku bi tevî malbata xwe di rê de diçe şekirê di devê wî de ket nav qirika wî.
Dayîka ku ferq kir zarokê wî nefes nagre, bi panîkî ji derdorê alîkarîyê xewst.
Di wê demê de jî Yusuf Çelîkê ku li ser ceddeyê zêrfiroştîyê dikir, rewşê ferq kir û ji zarokê re manewraya Heimlichê kir.
Di encama çend manewrayên Çelîkê de şekirê ku ketibû qirika zarokê derket. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.