Li Entalya û Diyarbekirê qeza: 5 mirî 11 birîndar

Li Entalya û Diyarbekirê qeza: 5 mirî 11 birîndar

Li Entalya û Diyarbekirê du qeza pêk hatin.Di qezayên ku pêk hatin de tevde 5 kes wefat kirin û 11 kes jî birîndar bûn.

Li Entalyayê du wesayît li hev qelibîn. Qeza li mewqîya zozana bexîşê ya li navçeya korkutelîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta ku şofêrê wê Erhan Denîz bû û ji paşve li wesayîta ku şofêrê wê Muharrem Ertor bû qelibî.

Di encama qezayê de Muharrem û Gulten Ertor û nevîyê wan Berra Turkmen rehmet kirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Xebereke din a qezayê ji Diyarbekirê hat.Li navçeya Çermîkê wesayîta malbateke ku diçû hamamê li gundê Başariyê ji ber ku ji kontrolê derket qeza kir.

Di encama qezayê de kesên bi navê Mehmet Can û Emîrcan rehmet kirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.