Li Gîneya Ekvator teqîn: 20 mirî 500 birîndar
Li bajara Bataya Gîneya Ekvator li baregeha leşkerî çend teqîn pêk hatin.
Di encama teqînên ku li barega leşkerî pêk hatin de heta niha 20 kes canê xwe ji dest dan û nêzî 500 kesî jî birîndar bûn.
Teodoro Obiang Nguemayê Serokomarê Gîneyê Ekvator derbarê mijarê de destnîşan kir, teqîn ji ber depoya dînamît û muhîmatê pêk hatiye.
Kesên ku di teqînê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Tê tirsîn ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.