Li Herêma Kurdistanê 11 kes ji Coronavîrusê mirin û 281 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 281 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 11 kes ji ber vîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 4099 kesan; her wisa bi pêketina 281 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 155 hezar kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.