Li Herêma Kurdistanê 12 kes ji Coronavîrusê mirin û645 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 645 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 12 kes ji ber vîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 3869 kesan; her wisa bi pêketina 645 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 138 hezar kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.