Li Herêma Kurdistanê 17 kes ji Coronavîrusê mirin û hezar û 159 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi hezar û 159 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 17 kes ji ber vîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 3816 kesan; her wisa bi pêketina hezar û 159 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 135 hezar kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.