Li Herêma Kurdistanê 5 kes ji Coronavîrusê mirin û hezar û 92 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi hezar û 92 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 5 kes ji ber vîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 3761 kesan; her wisa bi pêketina hezar û 92 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 129 hezar kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.