Li Herêma Kurdistanê kesek ji Coronavîrusê mir û 49 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 49 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de kesek ji ber vîrusê mir. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 3453 kesan; her wisa bi pêketina 49 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 105 hezar û 550 kesî.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.