Li Herêma Kurdistanê kesek ji Coronavîrusê mir û 77 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 77 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de kesek ji ber vîrusê mir. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 3505 kesan; her wisa bi pêketina 77 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 107 hezar kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.