Li Hindistanê di 24 seatên dawî de 94 kes ji ber Coronavîrusê mirin
Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Hindistanê 94 kes ji ber Coronavîrusê mirin û zêdetirî 11 hezar kes jî bi Coronavîrusê ketin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Hindistanê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 94 kes ji ber Coronavîrê mirin û 11 hezar û 67 kes jî bi Coronavîrusê ketin.
Li gorî daneyên Wezaretê hejmara pêketîyan derket 10 milyon û 858 hezaran û yên mirî jî derket li ser 155 hezar kesan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.