Li Îranê 24 seatên dawî de 75 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Li gorî agahîyênku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 75 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 57 hezar û 225 kesan
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 57 hezar û 225 kesan û bi pêketina 6 hezar û 305 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser milyonek û 360 hezarî.
Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir
Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 75 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 57 hezar û 225 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser milyonek û 360 hezarî.”
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.