Li Îtalyayê ji ber şobê 662 kesên din jî mirin
Ji ber Coronavîrusa ku li Çînê derket û belavî Îtalyayê bû hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan bi mirina 662 kesên din derket 8 hezar û 165 kesan.
Angelo Borrellîyê Midûrê Giştî yê Parastina Sîwîl derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de daxuyanîyek da.
Borrellî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan li Îtalyayê derket 8 hezar û 165 kesan û heta niha bi 80 hezar û 539 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.