
Li Kongoyê pevçûn zêde dibin: Hêzên M23yê bajareke din bi dest xistin
Hukûmeta Komara Demokratîk a Kongoyê ragihand ku , Artêşa Ruandayê û hêzên Hereketa 23ê Adarê (M23) Bukavuya paytexta Kîvû-Başurê bi dest xistine.
Di daxuyaniya Wezareta Ragihandinê ya Komara Demokratîk a Kongoyê de hat ragihandin ku endamên M23 û leşkerên Ruandayê bajarê Bukavû îşxal kirine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev îşxalkerî binpêkirina eşkere ya peymanên navneteweyî ye û li Ruanda li ser xaka Komara Demokratîk a Kongoyê operasyonên derqanûnî pêk tîne.
Endamên M23 meha borî Goma, paytexta parêzgeha Bakur-Kivu, girtin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku hejmara kesên ku di pevçûnên ji bo kontrolkirina bajarê Goma de jiyana xwe ji dest dane nêzî 3 hezarî bûye.
Ji serê salê û vir ve zêdeyî 500 hezar kes ji ber pevçûnan koçber bûne. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.