
Li Mereşê qeza: 4 mirî 6 birîndar
Di encama qezaya ku li Mereşê pêk hat de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.
Qeza li Taxa Exrîceya girêdayê Pazarcikê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn du otomobîl li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.