Li Myanmarê hejmarê dijberên darbê yên ku mirin derket 510 kesan
Hat ragihandin di encama midaxeleya ku li dijberên darbekeran hat kirin de heta niha 510 kes mirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin xwepêşandêrên ku li dijî darbeyê daketin kolanan ji kolan û qadan venakeşin û artêş jî midaxeleya wan dike.
Tê diyarkirin dibe ku di encama midaxelê de hejmara mirîyan zêdetir bibe.
Ji ber darbeya ku hat kirin û ji ber mirinên ku pêk hat Amerîka temamê pêwendîyên xwe yên îqtîsadî da rawestandin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di pêvajoya darbê de 2 hezar û 574 kes hatin binçavkirin û derheqê 120 kesan de jî qerara binçavîyê hat dayîn.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.