Li Myanmarê hejmarê dijberên darbê yên ku mirin derket 521 kesan

Li Myanmarê hejmarê dijberên darbê yên ku mirin derket 521 kesan

Hat ragihandin di encama midaxeleya ku li dijberên darbekeran hat kirin de heta niha 521 kes mirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin xwepêşandêrên ku li dijî darbeyê daketin kolanan ji kolan û qadan venakeşin û artêş jî midaxeleya wan dike.

Tê diyarkirin dibe ku di encama midaxelê de hejmara mirîyan zêdetir bibe.Li gorî daneyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de 11 kesên din jî di xwepêşanan de mirin.

Ji ber darbeya ku hat kirin û ji ber mirinên ku pêk hat Amerîka temamê pêwendîyên xwe yên îqtîsadî da rawestandin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di pêvajoya darbê de 2 hezar û 574 kes hatin binçavkirin û derheqê 120 kesan de jî qerara binçavîyê hat dayîn.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.