Li Nîjeryayê di navbera cotkar û ajalvanan de pevçûn: 25 kes canê xwe ji dest dan
Li Nîjeryayê di encama şerê ku di navbera Fûlanîyan û cotkaran de pêk hat de 25 kes canê xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Parêzgeha Polêsan a Taraba Usman Abdullahî ve daxuyanîyek hat belavkirin. Abdullahî di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, di encama êrîş û pevçûnên ku rû dan de herî kêm 25 kes canê xwe ji dest dan.
Tê diyarkirin li parêzgeha Tarabayê car car di navbera Fulanîyên ku heywanan xwedî dikin û di navbera cotkaran de şer û pevçûn derdikeve.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.