Li Qamişlo pevçûn berdewam dikin: Şêxê Ereb ê kutevlî hevdîtinên aştîyê bû hat kuştin
Li Qamişloya bajara Kurdistana Rojava ev bû çend roj ku di navbera PKK/YPGyîyan û rejîma Sûrîyê de şer û pevçûnên tund diqewimin.
Di encama pevçûn û şerên ku berdewam dikin de heta niha çend kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Her du teref herî dawî doh cardin pev çûn.Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji bo pevçûn bi dawî bibin doh civînek hat lidarxistin û Hayis El-Ciriyanê ji mezinên eşîra Benî Seba jî beşdarî vê civînê bû.
Hat hînbûn Hayis El-Ciriyanê ku tevlî civînê bûbû hatiye kuştin.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.