
Li Rihayê qeza çêbû: Mirîyek
Li navçeya Bêrecûka Rihayê wesayîtek û motorbisiqletek li hev qelibîn, di encama qezayê de şofêrê motorbisiqletê canê xwe ji dest da.
Qeza, doh di seatên êvarê de li ser Pira Bêrecûkê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 27 AE 833 û motorbisiqleta ku di bin îdareya E.A.yê 19 salî de bû li hev qelibîn.
Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Di encama qezayê de şofêrê motorbisiqletê canê xwe ji dest da.
Cenaze, ji morga nexweşxaneyê re hat rakirin û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.