Li Siwêregê şerê çekdarî: 4 jê zarok 5 birîndar

Li Siwêregê şerê çekdarî: 4 jê zarok 5 birîndar

Li navçeya Siwêregê ya Rihayê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encamê de 4 jê zarok 5 kes birîndar bûn.

Bûyer, li Bûlwara Saîd Nursî ya ku li ser rêya Sêwreg-Dîyarbekirê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nediyare şer derket.

Di dema şerê de pompalî jî hatin şixulandin û ji ber guleyan 4 jê zarok 5 kes birîndar bûn.

Mirovên birîndar, bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Sêwregê re hatin rakirin.

Ekîbên polêsan, li derdorê bûyerê tedbîreke mezin girtin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.