Li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê îşev cardin dest pê dike
Sînordarkirina hatin û çûnê ya ku berî niha ji ber zêdebûna pêketîyên Coronavîrusê hatibû îlankirin li bajarên bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkîyê dê îşev cardin dest pê bike.
Di civîna ku hatibû lidarxistin de tevdîrên nû yên li dijî Coronavîrusê hatibûn nirxandin û biryara sînordakirina çûyîn û hatinê ya di navbera seatên 21.00-05.00an de hatibû dayîn.
Vê heftîya qedexeya derketina derve di 19-22yê Sibatê de bê tetbîqkirin.
Di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de sînordakirina çûyîn û hatinê dê ji êvara 19ê Sibatê di seat nehê êvarî de dest pê bike û dê di 22yê Sibatê de di seat pêncê şeveqê de bi dawî bibe.
Di pêvajoya sînordarkirina çûyîn û hatine de di navbera seatên 10.00-17.00an de dê firin, market, bakkal, fêkîfiroş, êmîşfiroş, kasap vekirî bimînin.
Kesên ku ji sînordarkirinê ne muaf bûn nikaribin derkevin derve.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.