Li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê zêdetirî 5 milyon û 286 hezar kes vaksîn li xwe dan
Di bergeha lêxistina vaksîna Coronayê de li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha 5 milyon û 286 hezar û 3 kes vaksîna Coronavacê li xwe dan.
Piştî kontrolên ku nêzî 4 heftîyan berdewam kirin re ji lêxistina vaksîna ku ji Çînê hatibû anîn destûr hat dayîn ku di vê bergehê de Wezîrê Tenduristîyê Koca bû kesê ewil ku vaksîn li xwe da.
Ji 14ê Çileyê vir ve li bajarên Tirkîyê û bakurê Kurdistanê xebatên lêxistina vaksîna Coronavacê berdewam dike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha 5 milyon û 286 hezar û 3 kes vaksîna Coronavacê li xwe dan.
Kaynak:
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.