
Li Xezzeyê 1109 camî di êrîşên siyonîstan de hilweşîyan
Wezareta Karên Dîn û Weqfana Xezzeyê ragihand ku ji ber êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst ji 1244 mescîdên li Şerîda Xezzeyê 1109 mescîd hilweşîyane.
Di daxuyaniya ku ji teref Wezaretê ve hat kirin de hat gotin ku, li Xezzeyê ji sedî 89 mescîdên xisara giran girtine, ji vana 834 bi temamê xirabûn e, 275ê wan jî nikarin bên bikaranîn.
Wezaret her wiha ragihand li Xezzeyê ji 60 goristanan 40 wan hatine hedefgirtin, ji 21ê wan jî bi temamî xera bûne.
Her wiha hat gotin ji ber hilweşîna 643 xeyrî menqûlan perwerdehiyên dînî yên ku li wir dihatin dayîn sekinîn e.
Êrîşan netenê avahîyan, alimên dînî jî hedef girtin. Di daxuyaniyê de hat gotin, 315 melle û waiz şehîd bûne, 27 kesên girêdayî wezaretêne ji teref îşxalkeran ve hatina desteserkirin.
Rayedarên wezaretê bang li civaka navneteweyî û alema Îslamê kirin ku piştgiriyê bidin û ji bo vejandina saziyên dînî yên li Xezzeyê hewceyîya hevkariyê pênase kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mizgeft ne tenê cihê îbadetê ne, di heman demê de navendên ku pêkhateya manewî û civakî ya civatê xurt dikinin jî. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.