Mela Beşîr Şîmşek: Divê ruhê şehadet û cîhadê bê nûkirin

Mela Beşîr Şîmşek: Divê ruhê şehadet û cîhadê bê nûkirin

Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADÛL ULEMAYÊ Mela Beşîr Şîmşek hêzên şer û fitneyê bi tirsa dinyayê û mirinê Misilman ji ruhê şehadetê dûrxistine, xelkê Xezzeyê bi evîna cîhad û şehadetê berxwe daye û biserketiye.

Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADÛL ULEMAYÊ Mela Beşîr Şîmşek derheqê “Meha Sibatê Meha Şehadetê” de beyan da ÎLKHAyê û got, “Şehadet ji bo civaka îslamê muhîmtîya heyat û jiyanê teşkîl dike. Divê ev ruhê şehadetê bê nûkirin.”

Mela beşîr destnîşan kir, hêzên şer û fitne û fesadê ji bo Misilmanan ji ruhê cîhadê dûrbixînin planên zexel dikin û bal kişand ser zelîltiya alema Îslamê.

“Tirsa dinyayê û mirinê derdixînin pêş Misilmanan”

Şîmşek di axaftina xwe de wiha got:

“Di dem û wextên dawîn de dijminên îslamê heyata dinyayê dide pêş misilmnan, daku wan ji ling û piyan bixînin. Hewlê didin ku çek û sîlehên şehadet û cîhadê ji misilmanan bigirin. Tirsa dinyayê û mirinê derdixînin pêş misilmanan. Bi vê awayê Misilman ji vê şiûrê mehrûm manin. Lê kesên ku bi evîn û eşqa şehadet û cîhadê bijîn em li ser wan kesan weka li xezzeyê me dîtiye wê ayetên xwedê tecellî bikin. Civakak gelek hindik û kêm li dijî hemû hêzên dinayyê serî rakiriye û qezenç kiriye.”

“Kesên xwedîyê ruhê cîhad û şehadetê ne, berxwe dan, cîhad kirin û gîhaştin mertebeya şehadetê”

Mela beşîr bal kişand ser zîlleta civakên ku dev ji şehadet û cîhadê berdane û wiha li axavtina xwe zêde kir, “Civakên ku ji rihê xwe yên şehadet û cihadê dibin, piştî tofana eqsayê me rewşa wan dît ku çawa di nav zîlletê de dijîn. Ev yek me li hemû alema îslamê dît. Kesên xwedîyê ruhê cîhad û şehadetê ne, berxwe dan, cîhad kirin û gîhaştin mertebeya şehadetê. Lê îman da dinyayê. Lê emên ku ji cîhad û şehadetê tirsiyan, ên ku ji dinyayê hez kirin, ketin nav zelîlbûnê. Bi awayê zelîl me li qetlîaman mêze kir û giriyan. Ji ber me xwe ji cîhad û şehadetê mehrûm kiriye îro em di nav zelîlbûnê de dijîn.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.