Mînîbus û TIR li hev qelibîn: 33 birîndar
Li navçeya Melîkgaziya Qeyseriyê di qezaya ku TIR û mînîbusek li hev qelibîn de 33 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa Esentepe ya navçeya Melîkgazî ya Qeyseriyê TIRa bi plaqeya 38 AEN 517 û servîsa karkeran a plaqeya 38 R 0713 li hev qelibîn.
Di qezaya ku pêk hat de bi tevahî 33 kes birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê gelek ambulans, ekîbên polês û îtfaîyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.