Sekreterê Giştî Yê NYyê Guterres: Bi zorê ji cihê xwe derxistina însanan, tê wateya ji holê rakirina nijadî

Sekreterê Giştî Yê NYyê Guterres: Bi zorê ji cihê xwe derxistina însanan, tê wateya ji holê rakirina nijadî

Sekreterê Giştiyê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres derheqê Xezzeyê de axifî û got, “Li Xezzeyê neslek bê mal û bê xanî heye. Lazime ku Xezzeyê tavilê ji nûv de bê înşa kirin.”

Sekreterê Giştiyê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres di civînek beşdar bû de derheqê Xezzeyê de axifî.

Guterres dest nîşan kir, xelkê Filistînê weka însanan heqê wanê li ser axên xwe bijîn heye. Bikaranîna van heqan her ku diçe ji dûr dikeve.

Guterres îfade kir xelkek bi şiklekî sîstematîk mûameleya însanî nabîne û weka şeytanî nîşan dide em ji vê yekê re şahidiyê dikin. Li Xezzeyê tarîfkirina hilweşandinê ne mumkune.

Guterres got, ji sedî 70 pîrek û zarok bi qasî 50 hezar kes hatine qetilkirin. Di heman wextê de binesaziya sivîl jî hatiye hilweşandin.

Guterres ragihand ku piraniya nufûsê gelek caran ji cihên xwe hatine kirin, bi birçîbûn û nexweşiyan re rûbrû mane, zarok ji salekê zêdetire ji perwerdehiyê mahrûm mane. Neslek bê mal û di nav travmayê de mezin dibe. Lihevkirina serbest berdana êsîran û agirbestê em bi kêyfxweşî pêşwaz dikin.

Guterres di berdewamiya axaftina xwe de wiha îfade kir:

“Aniha di mijara hedefên pêşerojê de wextê zelal bûnê ye. Berya her tiştî agirbesta mayînde û ji bo hemû êsîr serbest bên berdan hewceye em zextên xwe dewam bikin.em nikarin vegerin hêj zêde ser hilweşandin û mirinan. Ya duyemîn jî wexta li çareseriyê digere hewceye hêj zêde pirsgirêkê nê xirab kirin. sadiq bûna ji hiqûqa navneteweyî re û bi her awayî astengkirina paqijya etnîkî şerte.”

Gûterres bal kişand ku ji xeynî Xezzeyê li Şerîaya Rojava û Qudsê jî rewş her ku diçe xiraptir dibe. Şîddeta cîhûyên hatine bi cih kirin zêde dibe û li dijî îxlalên din ez di nav endîşedariyê de me. Hewceye şîdet bi dawî bibe. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.