
Sûrîye: Di êrîşên îsraîlê de gelek sîvîl û leşker birîndar bûn
Wezareta Karên Derve yê Sûrîyeyê, daxuyand ku di encama êrîşa asîmanî ya ku rejima îşxalker li dar xist de bi dehan sîvîl û leşker birîndar bûn.
Li gorî daxuyanîya Wezaretê, di nav 30 deqîqeyan de ji pênc herêmên cuda re êrîş hatin lidarxistin. Êrîşên ku li bajaroka Berzeya Şamê derdorê navenda lêgerîna zanyarîyê hedef girtin, li Hamayê jî ji balafirgehekî leşkerî re zerarê dan.
Wezareta Karên Derve yê Sûrîyeyê, diyar kir ku van êrîşan hiqûqa navneteweyî îxlal dikin, vana provokasyonên qestî yên ku tê xwestin Sûrîye bê bêîstîqrarkirin û êş û janên gelê Sûrîyeyê ku dikşînin zêdetir bikin.
Di daxuyanîyê de êrîş bi “tundî” hat şermezarkirin, ji Neteweyên Yekbûyî jî hat xwestin ku bila îxlalên sîyonîstan asteng bikin û ji bo vêya jî tedbîrên acîlî bistînin.
Rejima qatil doh êvarê ji Balafirgeha Hama û derdorê wî re ji 14an zêdetir êrîşan pêk anît, xeyn ji van deran ji Balafirgeha Leşkerî ya T4 ku girêdayê Humusê ye û binesazîyekî leşkerî ya li Şamê re jî êrîşên asîmanî hat lidarxistin, ji rojavaya bajara Derayê re jî bi topan êrîş hat lidarxisitn.
Ji teref sîyonîstan ve jî hat daxuyandin ku ew cîhên leşkerî yên li Şam û Hamayê hedef girtine û bi hesaba, “ew ê tunekirina tehdîdên li dijî sîvîlên îsraîlî jî bidomînin.”
Rejima sîyonîst, piştî bireveberîya Beşar Esad gelek êrîşên asîmanî li dijî Sûrîyeyê da destpêkirin û li hember bireveberîya nû jî leşkeran da ber sînor. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.