Tekbîran asîmanê Dîyarbekirê hejand

Tekbîran asîmanê Dîyarbekirê hejand

Ji Îna Tekbîrê ku bi banga Yekîtîya Alimên Filistînê ve bi armanca silavdayîna berxwedan û sebra Xezzeyê û sekina li hember zilmê re Dîyarbekirî jî beşdarî bûn û li gelek cîhan tekbîran anîtin.

Rejima îşxalker ku ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê zêde kirîye, qetlîam û qirkirinên xwe didomîne, ji Meha Remezanê vir ve gelê Filistînê bi birçîbûnî û tîbûnîyê re micadeleyeke dijwar dide.

Bi armanca desteknîşandayîna ji gelê Filistînê re, ji teref Yekîtîya Alimên Filistînê ve vê Înê, Îna Tekbîrê hat îlankirin û ji hemû erdnigarîyê hat xwestin ku bila hemû gel di 22.00yan de qasî deqîqeyekî tekbîran bînin.

Dîyabekira ku bajarê Pêxember û eshabîyan e ji vê bangê re bêdeng nema û bi tevî tekbîrên xwe ji Îna Tekbîrê re bûn alîgir.

Hinek Dîyarbekirîyan li cîhên ku hatibûn diyarkirin hinekên wan jî li balqonên xwe tekbîran anîtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.