
Weqfa Êtîman, li Yemenê sifra fitarîyê danî
Weqfa Êtîman ku li çar alîyê cîhanê fealîyetên xwe yên alîkarîyê didomîne, di vê meha Remezanê de jî ji mihtacên li Yemenê re sifreya fitarîyê danî.
Bi hezaran malbatên ku ji ber krîza însanî ya li Yemenê rojên zor û zehmet derbas dikin, bi alîkarîya Weqfa Êtîman di meha Remezanê de fitarîyên xwe dikarin vebikin.
Weqfa Êtîman bi alîkarîya xêrxwazan li Yemenê sifreya fitarîyê danî û bi hezaran mirovan kêfxweş kir.
Yemen ji ber herb û pirsgirêka aborî ya ku bi salan e berdewam dike krîzeke mezin a însanî dijî. Di serî de zarok û pîrek bi hezaran însan, di warê temînkirina lazimatîyên xwe yên bingeh de zehmetîyan dikşînin. Di temînkirina xwarinê de pirsgirêkên ciddî têne kişandin, di meha Remezanê de jî ev gelek zehmettir dibe.
Weqfa Êtîman jî vê rewşê dide ber çavan û sifreyên fitarîyê datîne, bi taybetî jî wan sifreyan li herêmên navçe û gundan vedike. Bi tevî van xebatan di menewîyata meha Remezanê de sifreyan bibereket dike.
Weqfa Êtîman bi tevî sazîyên herêmê van xebatan tertîp dike û digel hemû zordarî û zehmetîyan li giştîyê Yemenê torekî alîkarîya mezin saz kirîye.
Weqf bi tenê alîkarîyên di meha Remezanê de xwe sînordar nake. Weqf di amûrên bingeh de, temînata ava paqij, hilberînên paqijî jî temîn dike û belavê mihtacan dike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.