Li dibistanan navbera duyemîn di 28ê Adarê de dest pê bike

Li dibistanan navbera duyemîn di 28ê Adarê de dest pê bike

Ji bo nêzê 20 milyon xwendekaran tetîla navbera duyemîn ew ê di 28ê Adarê roja Înê de dest pê bike.

Nêzê 20 milyon xwendekarên ku di dibistanên ku girêdayê Wezareta Perwerdehî ya Netewî de perwerdehîyê dibînin, wê di 28ê Adarê roja Înê de ji bo tetîla navbera duyemîn vê ji mekteban veqetin.

Tetîl, ew ê heta 3yê Nîsanê bidome.

Xwendekaran wê piştî tetîlê di 7ê Nîsanê de dest bi perwerdehîyê bikin.

Ew ê îsal Îda Remezanê jî di navbera 29-31ê Adarê de bê kirin.

Îmtîhana Derbasbûna Lîseyan (LGS) di 8ê Hezîranê de, Îmtîhana Sazîyên HînkirinaBilind (YKS) jî wê di 15-16 Hezîranê de bê kirin.

Îmtîhana burstîtîya 2025an jî ew ê di 27ê Nîsanê de bê kirin.

Dewra hînkirin û perwerdehîya 2024-2025an, wê di 20ê Hezîrana 2025an de dawî bibe. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.