Emrîka li Yemenê re êrîşên asîmanî li dar xist

Emrîka li Yemenê re êrîşên asîmanî li dar xist

Tevgera Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ji bajara El-Hudeydeyê re 4 êrîşên asîmanî hatin lidarxistin.

Tevgera Ensarullahê Yemenê, diyar kir ku êrîş ji teref Emrîkayê ve hat lidarxistin.

Televîzyona El- Mesîreya Yemenê, îfade kir ku li herêma El-Kesîba ku girêdayê El-Mînaya Hudeydeyê ye dûçarê êrîşa Emrîkayê bû.

Di xeberê de derheqê encamên êrîşê de tu agahîyek nehat dayîn û ji teref Emrîkayê ve jî tu daxuyanîyek nehat dayîn.

Berdevkê hikûmeta Ensarullahê Yemenê Haşîm Şerefûddîn, destnîşan kir ku ew ê tehdîdên Serokê Emrîkayê Donald Trump wê destekdayîna wan a ji Xezzeyê re nede sekinandin, “Çawa ku îsralê temamê Xezzeyê hedef digre û paşê dibêje ku me HAMASê hedef girtîye, Emrîka jî bi wî awayî dema ku Yemenê hedef digrin îddîa dikin ku me Ensarullahê hedef girtîye. Tehdîdên ji holê rekirina Emrîkayê ya Trumpê, xebatekî bêfeydeye ku êrîşên xwe yên li dijî Yemenê mafdar derxînin.”

Şerefûddîn, destnîşan kir ku Emrîka, ji ber ku Yemen, gelê mezlûm ê Xezzeyê diparêze û komploya Emrîka-Sîyonîst ku armanc dike welatên Ereban îşxal bike red dike ji gelê Yemenê re nefretek bêslî dike û ev nefret jî ji teref hemû cîhanê ve tê zanîn.

Ensarullah, di daxuyanîya ku di 7ê Adarê de kiribû de, diyar kiribû ku ew ji rejima sîyonîst re ji bona ku ji Xezzeyê ji têketina alîkarîyan re îzîn bide 4 roj qewl didin û heger îzîn nedin wê operasyonên xwe yên behrê yên li dijî rejima îşxalker ji nû ve bidin destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.