Weqfa Êtîman rapora çalakiya xwe ya meha Îlonê eşkere kir
Weqfa Êtîman ku li gelek navçe û dervayê welat fealiyetên xêrxwaziyê dike, rapora fealiyetên xwe yên meha Îlonê eşkere kir.
Li ser navê weqfê endamê Lijneya Rêveber a Ewqafê Recep Bozkir rapor xwend.
Wî got ku wan giringiyê daye alîkariyan li sêwî, feqîr û mexdûrên şer û karesatan belav bikin û çalakiyên xwe bi piştevaniya xêrxwazan pêk bînin.
Bozkir da zanîn ku di meha îlonê de bi qasî 1 milyon û 991 hezar û 750 TL alîkarîya xurek, qirtasîye û yên dinê li gelek malbatan hatiye belavkirin.
Bozkir da zanîn ku wan bi nirxê 140 hezar û 423 TL alîkarî li derveyî welat belav kirine.
Li gorî raporê di meha îlonê de bi giştî 2 milyon û 131 hezar TL hat belavkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.