Wesayîta leşkerî ku tekela wî teqîya qeza kir: 7 birîndar

Wesayîta leşkerî ku tekela wî teqîya qeza kir: 7 birîndar

Li ser rêya Wêranşar-Rihayê wesayîtekî bizirx a leşkerîyê ji ber ku tekera wî teqîya qeza kir, di encamê de 7 leşker birîndar bûn.

Qeza, li nêzê Qereqola Dagyani ya ser rêya Wêranşarê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, tekera wesayîtekî bizirx ê leşkerî ku navê şofêrê wî nehat hînbûn teqîya. Dûre wesayît ji bin kontrolê derket û qeza kir.

Piştî qezayê ji cîhê bûyerê re ekîbên UMKE, tenduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku 7 leşkerên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.