HAKSÎAD li Xezzeyê ji 4 hezar û 300 kesan re fitarîyê da

HAKSÎAD li Xezzeyê ji 4 hezar û 300 kesan re fitarîyê da

Serokatîya Şûbeya Çewligê ya Komeleya Karsazan û Senayîsazên Heq (HAKSÎAD), bi navbeynkarîya Karwana Hêvîyê li Xezzeyê ji 4 hezar û 300 kesan re fitarîyê da.

Serokê Serokatîya Şûbeya Çewligê ya Komeleya Karsazan û Senayîsazên Heq (HAKSÎAD) Abdullah Kaya, îfade kir ku ew bi navbeynkarîya Karwana Hêvîyê li Xezzeyê ji 4 hezar û 300 kesan re fitarîyê dane.

Kaya destnîşan kir ku ew ji Xezzeya ku di nav şert û mercên xerab de ye re dixwazin ku bibin hêvîyek, “Em li gorî rihê Remezanê parvekirina nanê xwe bi xûşk û birayên xwe re wek mesulîyetekî dibînin. Em bi tevî dildar û endamên Şûbeya Çewlig a HAKSÎADê di çarçoveya ‘Projeya Şîva Fitarîya’ ya Karwana Hêvîyê de li Filistîn (Xezze) yê ji bo 4 hezar û 300 kesan fitarîyê da. Ji ber vê tevgera wan ez ji dildar û endamên komeleyê re teşekûran dikim. Rebbê min bila ji xêrê re vegerîne û li cem xwe qebûl bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.