Li Mescîdî Esayê 100 hezar Filistînî nimêja terawîhê kirin

Li Mescîdî Esayê 100 hezar Filistînî nimêja terawîhê kirin

Daîreya Weqfên Îslamî ya Qudsê, daxuyand ku li Mescîdî Eqsayê 100 hezar mirov nimêjên eşa û terawîhê kirin.

Digel hemû astengîyên leşkerî yên rejima sîyonîst, di roja 25emîn a meha Remezanê de nêzê 100 hezar Misilman di hewşa Mescîdî Eqsayê de nimêja eşa û terawîhê kirin.

Daîreya Weqfên Îslamî ya Qudsê weha daxuyand, “Nêzê 100 hezar Misilman di hewşa Mescîdî Eqsayê de nimêja eşa û terawîhê kirin. Piranîya vana şênîyên Qudsê ne an jî mirovên ku li axên di sala 1948an de hatine îşxalkirin dijîn in.”

Rejima îşxalker a sîyonîst, bi hezaran mirovên li Şerîaya Rojavayê asteng dike ku bila biçin Mescîdî Eqsayê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.