
Li navçeya Kanî Reşa Çewligê barîna berfê jiyanê bi xerabî tesîrdar kir
Li navçeya Kanî Reşa Çewligê berf barîya, jiyana rojane bi xerabî tesîrdar bû.
Berfa ku ev bû du roj e li Kanî Reşê dibare, qezayê bi temamî spî kir.
Piştî barana ku di nav çend rojên dawîn de dibarîya, cîhê xwe ji berfê re hişt, ji ber barîna berfê rêya hinek gundan ji çûnûhatinê re hatin girtin.
Bi tevî barîna berfê li Kanî Reşê qalindahîya berfê 15 santîmetreyê derbas kirîye.
Ji ber berf û bapûkê dema êvarê rêya Çewlig-Erziromê ji çûnûhatinê re hat girtin.
Ekîbên taybet, di rêyên gundan de û li ser rêya Çewlig-Erziromê dest bi xebatan kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.