Peyama Yapicioglu ya ji bo Şeva Qedrê

Peyama Yapicioglu ya ji bo Şeva Qedrê

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku bi minasebeta Şeva Qedrê peyamek weşand destnîşan kir û xwest ku Şeva Qedrê bibe wesîleya yekîtî û hevgirtina Mislimanan.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi minasebeta Şeva Leyletul Qedrê peyamek weşand.

Yapicioglu di peyama ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de weha got: "Dema ku me li ser peyama Quranê rawestiya, me rûpelên herî bi rûmet ên dîroka xwe nivîsandin. Lê dema ku me pişta xwe da Quranê, rewşa ummetê xerab bû."

Yapicioglu, diyar kir ku Şeva Qedrê mesulîyeta wan a ji bo parastina Quranê ku emaneta herî mezin e tîne bîra misilmanan û weha got: "Hemd ji Xwedayê mezin re ye ku em gihand Şeva Qedrê ya ku Qurana Pîroz ji bo mirovahîyê hat şandin. Bila Rebbê me hemûyan bike ji wan kesên ku ji meha Remezanê çêtir û bi xêrtir derbas dikin û îbadetê dikin."

"Xwîna rijandina alema Îslamê bedelê giran e ku me ji bo dûrketina ji Quranê daye"

Yapicioglu, bala xwe kişand ku xwîna ku di erdnigariya Îslamê de diherike ji ber dûrketina ji Quranê ye û dûre weha li axavtina xwe zêde kir, “Ev şeva pîroz carek din mesulîyeta me ya ji bo parastina Quranê, ku emaneta me ya herî mezin e, tîne bîra me. Em dema ku bi peyama Quranê ve girêdayî bûn, me rûpelên herî birûmet ên dîroka xwe nivîsand. Lê dema me pişta xwe da Quranê, rewşa ummetê xerab bû. Bêedaletî belav bûye, li şûna zanînê nezanî û yekîtiyê parçebûnî çêbûye. Xwîna ku îro li erdnîgariya Îslamê hatiye rijandin, qêrîna mezlûman bedelên giran in ku me ji bo dûrketina ji Quranê daye. Dema ku misilmanan pişta xwe dan kitêba Xwedê û berê xwe dan îdeolojiyên rojavayî, adetên cahil û aîdiyetên şeytanî, ne tenê yekîtî û hevgirtina xwe winda kirin; Di heman demê de, ew ketin qirika hev û di nav lepên dijminahî û dubendiyê de çûnûhatin. Mixabin ev dijminatî û dubendî hê jî dijî. Di encamê de Misilman li gelek deverên cîhanê bi taybetî li Filistînê di bin zilm û zordarîyê de û di bin êş û azarên bêdawî de ne.”

“Hêvîdarim ku biratiya me ya hezar salî li ser esasê edaletê vejîne”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku ew hêvî dike bila Şeva Qedrê bibe wesîleya yekîtî û bihevrebûna Misilmanan, “Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku ev şeva ku ji hezar mehan çêtir e bibe sedema vejîna biratiya me ya hezar salî li ser esasê edalet û yekîtî û yekdengiya misilmanên cîhanê û bi vê minasebetê şeva we ya bimbarek a Qedrê li we pîroz dikim.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.