
Wekîlê HUDA PARê Faruk Dînç: Divê welatên Îslamê ji bo Xezzeyê dengê xwe bilind bikin
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Faruk Dînç di Meclîsê de derbarê rojeva partîya xwe ya hundir û derve de daxuyaniyên girîng da.
Alîkarê Serokê Giştî û Wekîlê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç ji bo ku der barê rojeva partîya xwe ya hundir û derve de daxuyaniyên girîng bide li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Dînç, qirkirina li Xezzeyê û pergala perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ku yek ji mijarên sereke yên rojevê ye nirxand.
"Şebekeya terorê ya sîyonîst qirkirina li Xezeyê didomîne"
Faruk Dînç diyar kir ku qirkirina li Xezzeyê dewam dike û şebekeya terorê ya sîyonîst jî agirbestê îxlal dike û mezlûman, jin û zarokan qetil dike. Dînç diyar kir ku ev şebekeya terorê peymanan nas nake, mafan îxlal dike û ji bilî desthilatdariyê ji tu zimanî fêm nake. Wî bal kişand ser vê yekê ku bêdengiya welatên garantor li hemberî vê rewşê cesaretê dide şebekeya terorîstên sîyonîst.
Dînç, anî ziman ku her çend ev rewşa welatên garantor weke bêhêziya sîyasî bê dîtin jî, ev rewş di rastiyê de tê wateya hevparê qirkirinê. Wî diyar kir ku li Xezzeyê birçîbûn, kêmbûna derman û krîzeke ku ji asta mirovî zêdetir e heye û di meha Remezanê de jin û zarok bi awayekî hovane tên qetilkirin. Dînç, diyar kir ku divê welatên navbeynkar êdî dev jê bernedin, berpirsyariyê bigirin ser xwe û dest bi sepandina mueyîdeyan bikin.
Dînç destnîşan kir ku şebekeya terorîstî ya sîyonîst goh nade mehkûmkirin û pêşniyaran ji ber vê yekê divê têkiliyên dîplomatîk bên qutkirin û meşrûîyeta vê şebekê were pirsîn. Dînç diyar kir ku terora sîyonîst rêxistineke kujer e û destnîşan kir ku divê welatên cîhanê bi taybetî welatên Îslamê li ser navê edaletê ji bo Xezzeyê helwesteke wijdanî nîşan bidin.
Dînç diyar kir ku welatên ku îro bêdeng in, dema ku bi rewşeke bi vî rengî re rû bi rû bimînin dê bi tenê bimînin. Ji bo vê yekê jî got ku divê hemû mirovahî bi taybetî welatên îslamî yên ku wijdanê wan sist nebûye divê li dijî qirkirina Xezzeyê bibin yek û bikevin nava tevgerê. Dînç xwest ku xûşk û bira û hemû mezlûmên li Xezzeyê di zûtirîn demê de bi destê van qirkirinan azad bibin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.