
Li Azerbeycanê di parzûngeha petrolê de şewat derket
Li navçeya Nîzamî ya Bakûyê di parzûngeheke petrolê de şewat derket.
Li gorî medyaya herêmê, agir ber bi saetên serê sibê ve ketîye û hejmarek zêde ekîbên îtfaîyeyê, tenduristî û polês bo cihê bûyerê hatine sewqkirin.
Hat ragihandin ku ji ber şewata ku li parzûngeheke petrolê ya li navçeya Nîzamî ya Bakûyê derket, xebatên ekîban didomin.
Ev herêm cihê parzûngeha petrolê ya Heyder Aliyev e, ku yek ji mezintirîn tesîsên neftê yên welat e.
Polêsan jî herêmê dorpêç kirin, karbidestên herêmî hatin ku çavdêriya hewildanên bersivdayînê bikin û pisporên çavdêriya hawirdorê hatin bicîh kirin da ku tesîra potansiyel ên kalîteya hewayê binirxînin.
Sedema şewatê hêj nehatiye diyarkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.