Li Ekvadorê pire hilweşiya: 4 mirî, 1 winda

Li Ekvadorê pire hilweşiya: 4 mirî, 1 winda

Li Ekvadorê ji ber pira 200 metreyî ya dagirtî hilweşiya, herî kêm 4 kes mirin û lêgerîna ji bo kesekî winda jî didome.

Li herêma Guayas a Ekvadorê pira daleqandî ya li ser Çemê Magro hilweşiya.

4 tir, wesayîtek û 2 motorsîkletên li ser pirê ketin avê.

Sekreteryaya Rêvebiriya Rîskê ya Neteweyî (SNGR) ragihand ku cesedê 4 kesan hatiye dîtin û ekîbên xelaskirinê ji bo 1 kesê winda jî xebatên xwe didomînin.

Sedema hilweşîna pirê hêj nayê zanîn.

Sekreteriya Rêvebiriya Rîskê ragihand ku li giştîyê welat ji ber barîna baranê ji ber lehiyê û hezazê 45 pir zirar dîtine û herî kêm 20 kesan canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.