
Li Zelandaya Nû di mezinahîya 6,7an de erdhej çêbû
Li Girava Başûr a Zelandaya Nû, di mezinahîya 6,7an de erdhejek pêk hat.
Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Lêgerîna Jeolojîk a Emrîkayê (USGS) ve hat belavkirin de hat îfadekirin navenda erdhejê Girava Başûr e û erdhej nêzê 10 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye.
Li gorî lêkolînên ku piştî erdhejê hatine kirin, niha derheqê candayîn û zerarekî de tu agahîyek nehat dayîn. Xeyn ji vêya ji teref rayedaran jî daxuyanîya tsûnamîyê nehat dayîn.
Ajansa Bireveberîya Rewşa Acîl a Netewî ya Zelandaya Nû, ji gel re hişyarî da ku bila ji bo tedbîrê neçûn plajan û ji behrê dûr bikevin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.