
Li Nisêbînê di navbera du koman de şerê çekdarî: 1 mirî, 6 birîndar
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de kesek canê xwe ji dest da, 3 jê giran 6 kes jî birîndar bûn.
Şer, li Taxa kişlaya Nisêbînê çêbû.
Di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nediyare gengeşî derket, dûre ew gengeşî bi derxistina çekan ji şerê çekdarî re vegerîya.
Di encama şerê ku pêk hat de; Mesut E. (44), Diyar E. (20), Murat E. (36), Furkan B. (20), Süleyman B. (30) û Baran A. (18) birîndar bûn, Selman B. (24) jî canê xwe ji dest da.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneyên Dewlet ên Qoser û Nisêbînê re hatin rakirin.
Hat hînbûn ku ji birîndaran rewşa 3 heban giran in.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.