
Li Serê Kanîya Rihayê 3 karker di bin axê de man û canê xwe ji dest dan
Li Serê Kanîya Rihayê 4 karker di bin kavilan de man, di encamê de 3 karker canê xwe ji dest dan, karkerek jî birîndar bû.
Bûyer, li Taxa Bahçelîevlera Serê Kanîyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 4 karkerên ku xebata qenalîzasyonê dikirin, ji ber herikîna axê di bin axê de man.
Mirovên derdorê, ji bona ku karkeran xelas bikin dest bi kar kirin û ji cîhê bûyerê re ekîbên AFAD û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Walîyê Rihayê Hasan Şildak, derheqê bûyerê de ji qenalekî televîzyonê re agahî da.
Walî îfade kir ku 4 karker li alîyê TOKÎyê di dema xebata binesazîya înşeatê de di bin axê de man.
Hat destnîşankirin ku Engîn Çelîk, Halîl Kartal û Abdulqadîr Altinsoz ji bin axê hatin derxistin û ji Nexweşxaneya Dewlet a Serê Kanîyê re hatin rakirin, lê ew digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku karkerê dinê hêj di nexweşxaneyê de ye û tedawîya wî berdewam dike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.