
Li Serêkanîyê Karwana Hêvîyê alîkarîya Remezanê belav kir
Karwana Hêvîyê ku tim û tim navê xwe bi fealîyetên xêrê dide bihîstandin, li navçeya Serê Kanîya Rihayê ji malbatên mihtaç re zexîre û goştê sor belav kir.
Temsîlkarê Karwana Hêvîyê yê Serê Kanîyê Adnan Saglam, diyar kir ku ew bi minasebeta meha Remezanê ji malbatên mihtac re goştê sor û zexîre belav kirin.
Saglam destnîşan kir ku ew gelek rûyê malbatên mihtac kêfxweş kirin.
Saglam îfade kir ku ew ji bona ku di meha Remezanê de bereketê parve bikin daîma dixebitin, “Em bi belavkirina van zexîre û goştê soran dixwazin ku sifreya mihtacan tijî bikin hindik be jî ji derdê wan re bibin derman. Em van xebatên xwe bi alîkarîyên xêrxwazên xwe pêk tênîn.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.