
Nimêja terewîha ya ewil wê îro bê kirin
Nimêja terewîhê ya ewil a meha Remezanê ya ku ji bo Mislimanan xwedî girîngiyeke mezin e dê 28ê Sibatê êvara înê li mizgeftan were kirin. Paşîva ewil dê 1ê Adarê serê sibê bê lidarxistin.
Remezanê siltanê yanzdeh mehan, roja şemîyê 1ê Adarê dest pê dike. Îbadetên Remezanê wê bi nimêja terewîhê ya ewil a ku 28ê Sibatê êvara Înîyê li seranserê welat li mizgeftan bê kirin dest pê dike. Paşê jî di 1ê Adarê de gel wê sibê ji bo paşîvê şiyar bibin û rojîya ewil a Remezanê bigirin.
Misliman di vê meha pîroz de ji xeynî rojîyê ew ê nimêja terewîhan jî bikin, Quranê bixwînin û ji kesên hewcedar re bexşan bikin. Şeva Qedrê ya ku di Qur'anê de "ji hezar mehî xêrtir" tê gotin, wê di 26ê Adarê de bê îdamkirin.
Di tevahîya meha Remezanê de wê Muqabele bê xwendin û fitr, sedeqe û zekat bên dayîn. Di êvara 1ê Adarê de fitara ewil bê kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.