
Weqfa Êtîman pakêta paşîvê belav kir
Ji teref Temsîlkarîya Wanê ya Weqfa Êtîman ve ji 120 malbatan re pakêta Remezanê hat belavkirin.
Weqfa Êtîman ku bi fealîyetên xwe yên alîkarîyê rûyê êtîman kêfxweş dike, li Wanê ji 120 malbatên ku berê hatibûn tespîtkirin re pakêtên paşîvê belav kir.
Pakêtên ku hatin belavkirn ji teref xêrxwazan ve hatin tijîkirin û ji teref dildarên Weqfê ve jî hatin amadekirin. Ji malbatan re jî di avahîya weqfê de hatin teslîmkirin.
Temsîlkarê Wanê yê Weqfa Êtîman Erkut Ozbey, derheqê fealîyetê de axivî.
Ozbey destnîşan kir ku ew bi tevî alîkarîyên ku bêne kirin dixwazin ku xwe ji bi hezaran êtîm, sêwî û bêkesan re bighêjînin, “Em wek Temsîlkarîya Weqfa Êtîman xebatên xwe yên alîkarîyê didomînin. Bi hatina meha Remezana bimbarek em bi alîkarîya xêrxwazên xwe pakêtên xwe yên paşîvê amade kir. Di nav pakêtên me de hêk, penêr, rîçal, tehîn, dims, helaw, çîqolata û sicûq hebûn.”
Heta dawîya Remezanê wê alîkarîyên me berdewam bikin
Ozber di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku wê heta dawîya Remezanê xebatên wan ên alîkarîyê berdewam bikin, “Ji bona ku xebatên me yên alîkarîyê berdewam bikin û xwe ji zêdetir malbatan re bighêjînin bang li xêrxwazan dikin. Ger ku hûn zêde destekê bidin me em ê jî xwe ji xêdetir malbatên êtîm, sêwî û bêkesan re bighêjînin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.